DTSO li sûrên Diyarbekirê Pêsengeha Ahmet Gunestekîn vedike

30 September 2021 16:38 0 dîtin
DTSO li sûrên Diyarbekirê Pêsengeha Ahmet Gunestekîn vedike

PeyamaKurd – Odeya Pişesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO) li Birca Keçikan ya Sûrên Diyarbekirê, pêşangeha Wênesazê navdar ê Kurd Ahmet Guneştekîn vedike.

Hat ragihandin, wê pêşangeha ku 16ê Cotmehê were vekirin heta 2 mehan ji bo serdanan re vekirî bimîne.

Ahmet Guneştekînê 54 salî wênesazekî kurd e û bi girîngî dayîna xwe ya têgehên wênesazî, pêykersaziya konsturuksiyonê tê nasîn û li bajarê Batmanê jî bi navê wî navendeke hunerî heye.

Pêşangeha Ahmet Guneştekîn a li Diyarbekirê wê bi navê ‘Odeya bîrdankê’ be.