Wezareta Turîzm û Çandê ya Tirkiyê Pêsengeha Ahmet Gunestekîn a Diyarbekirê girt
PeyamaKurd – Wezareta Turîzm û Çandê ya Tirkiyê bi hinceta ku xebitandina Birca Bizinê ya Diyarbekirê Jûra Bazirganî ya Diyarbekirê (DTSO) hatiye standin, beriya dema wê ya 31ê Kanûna 2021ê dawî li Pêşengeha şêwekarê Kurd Ahmet Guneştekîn a bi navê ‘Jîra Bîrê’ anî.
Pêşangeha Ahmet Guneştekîn ‘Jûra Bîrê’ 19ê Cotmehê hatibû vekirin û biryar bû heta 31ê Kanûna 2021ê vekirî bimîne.
Ahmet Guneştekîn li ser hesabên xwe yên medya civakî girtina pêşengehê piştrast kir û got, Pêşangeha Jûra Bîrê 15 rojan beriya dema ku hatibû plankirin îro 15ê Kanûnê hatiye girtin.
Guneştekîn diyar kir, “Mixabin hê jî li Tirkiyeyê plotîkayeke çandî û hunerî tune ye û biryara girtina pêşangehê ez xemgîn kirim.”
Ahmet Guneştekîn herwiha destxweşî li kes û karên ku piştgirî dane wî û rexneyên xwe anîne ziman kir.
Kamuoyuna
— Ahmet Güneştekin☀️ (@AhmetGunestekin) December 15, 2021
daha önce 30 Aralık’ta biteceğini duyurduğumuz ‘Hafıza Odası’ sergimiz TC Kültür Bakanlığı’nın talebi üzerine bugün itibariyle sonlandırılıyor. +++#HafızaOdası pic.twitter.com/gwaoBgtpZ5

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin