Du welatên din tevlî herêma Schengen bûn
PeyamaKurd- Herdu welatên Bulgaristan û Romanya, piştî rawestîna 13 salan beşdarî herêma vîzeya Schengenê bûn û mafê serdanên bê vîze bo welatên Yekîtiya Ewropayê bi dest xistin.
Bulgaristan û Romanya sala 2007an bûbûn endamê Yekîtiya Ewropayê lê mafê vîzeya Schengenê bo welatiyên wan welatan nehatibû dayîn.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen li ser medya civakî ragihand ku wek welatên 29emîn Bulgaristan û Romanya beşdarî herêma Schengenê bûne û got: “Ev ji bo gelên herdu welatan serkeftineke mezin e û hevdem wê di berjewendiya hemwelatiyên YEyê de be jî. Wê herêma Schengenê hîn bihêztir bibe.”
Serokê Parlamentoya YEyê Roberta Metsola jî diyar kir, “Romanya û Bulgaristan hûn bi xêr hatin herêma Schengenê. Îro ji bo welatiyên Romanya û Bulguristanê rojeke dîrokî ye.”
Piştî vê biryarê wê bergiriyên li ser sînorên Romanya û Bulgaristanê bo penaberan bên zêdekirin û rê li ber derbasbûna wan a Ewropayê bê girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin