Duhok | Hikûmeta Kurdistanê xanîyek diyarî dayika 33 sehîdên terora DAISê kir
PeyamaKurd - Li ser ferman û raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, xaniyek wekî diyarî pêşkêşî Daye Şemê ya dayika 33 şehîdên terora DAIŞê hate kirin.
Daye Şemê û malabata xwe piştî xaniyê wan hate pêşkeşkirin, îro 24ê Tîrmehê ji kampa Çemmişko derketin û çûn mala xwe ya nû ku li navenda bajarê Duhokê ye.

Parêzgerê Duhokê Elî Teter, dema bicihbûna malbata Dayika Şemê amadehî kir û got: “Dayê Şemê û malbata xwe hejayî wî xanî ne û gelek qurbanî ji bo axa Herêma Kurdistanê dane.”
Parêzgarê Duhokê diyar kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî em raspartine ku li ser xizmetkirina hemû xwişk û birayên Êzidî berdewam bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin