Hikûmeta Herêma Kurdistanê Balafirxaneya Navdewletî ya Duhokê ava dike
PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dest bi çêkirina projeya avakirina Balafirxaneya Navdewletî ya Duhokê dike.
Li gor Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter ji K24ê re diyar kiriye, wan ligel çend kompanyayên biyanî hevdîtin çêkirine û projeya Balafirxaneya Duhokê gotûbêj kirine.
Elî Teter herwiha daye zanîn, di demeke nêzîk de wê projeya Balafirxaneya Duhokê destpê bike û pêngavên baş ji bo projeyê hatine avêtin.
Di sala 2013an de bi qasî 443 milyon dolaran, projeya Balafirxaneya Navdewletî ya Duhokê destpê kir. Lêbelê, ji ber qeyrana aborî û şerê DAIŞê bi tenê ji %10ê projeye temam bû û pişt re hat ragirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin