Duhok | Mesrûr Barzanî besdarî Konferansa Ciwanan û Lawan dibe
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 12ê Adarê li Duhokê beşdarî Konferansa Ciwanan û Lawan dibe.
Konferansa Ciwanan û Lawan îro li Duhokê bi beşdariya bi hezaran ciwanên seranserê Herêma Kurdistanê tê lidarxistin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî tê de beşdariyê dike.
Endamê Sekreteriya Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê Rêbiwar Kelarî derbarê konferansê de ragihandiye ku Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê ji bo yekem car li Kurdistanê konferansa ciwanan li bajarê Duhokê li dar dixe û vê konferansê li Herêma Kurdistanê pêk tîne.
Rêbiwar Kelarî daye zanîn, wê sê panel ji aliyê her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê ve bên pêşkêş kirin, ku her sê karekterên serekî ne û behsa pirsgirêk û çareseriyên gencan dikin, di dawiyê de di vê konferansê de, ku ji şeş axaftvanan pêk tê, her yek li ser pirsgirekên gencan û lawan gotûbêj dikin di konferansê de wê pirsgirêk û çareserî bêne pêşkêşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin