Mesrûr Barzanî li Almanyayê besdarî Konferansa Asayîsa Munchenê dibe
PeyamaKurd - Îro Pêncşemê (13.02.2020ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şandekê ve dê serdana Almanyayê bike û beşdarî 'Konferansa Asayîşa Munchenê' bibe.
Biryar e di wê konferansê de ku rojên 14 û heta 16ê vê mehê dê birêve biçe, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi berpirsên payebilind û kesên xwedî hêza biryarê yên cîhanê bicive û rewşa niha ya Iraq, navçe û pêşketinên peyvendiyên herêma Kurdistanê li gel civaka navnetewî guftûgo bike.
Ev çend sal e Mesrûr Barzanî yek ji beşdarvanên serekî yê 'Konferansa Asayîşa Munchenê ye'.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, “Di pêvajoya konferansa Munchen de gelek hevdîtinên me dê li gel berpirsên mezin ên cîhanê hebin û behsa qurbanîdayîna Pêşmergeyên qehreman ên di şerê dijî terorê de û gef xwarinên berdewam ên DAIŞê em ê bikin, ku pêwîstî bi hemahengiyek zêdetir a civaka navnetewî li hember wan gef û metirsiyan heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin