Dunford: Amerîka ji Sûriyê dernakeve, dê perwerdeya HSD/YPGê berdewam be
PeyamaKurd - Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford, di panela rojnameya Washington Postê de li ser nûçeyên perwerdekirina bi qasî 35-40 şervanan li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê daxuyanî dan.
Dunford got, “Em pêşbînî dikin 35-40 hezar hêzên herêmî ji bo seqamgeriya herêmê perwerde û çekdar bikin.”
Joseph Dunford diyar kir ku wan heta niha 20%ê wan hêzan perwerde kiriye û dê hewlên wan ên bo aramkirin û seqamgeriya Rojhilatê Sûriyê heta demeke nediyar berdewam bikin.
Li ser pirsa rojnamevnan Dunford got ku dê hêzên Amerîkayê li Sûriyê bimînin û li demeke nêzîk jî dernakevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin