Jim Mattis: Amerîka niha ji Sûriyê dernakeve!
PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis got ku em vê gavê ji Sûriyê dernakevin.
Beriya niha Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron daxuyaniyek dabû û gotibû ku divê leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê dernekevin. Lewra ku Amerîka ji Sûriyê derkeve, qontrola hemî herêmê wê têkeve destê Îran û Serokê Sûriyê Beşar Esed de.
Piştî vê daxuyaniyê di derbarê mijarê de Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis daxuyaniyek da û got ku operasyonên me yên li dijî IŞÎDê berdewam dikin. Niha ti nîyeta me nîn e ku em ji Sûriyê derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin