DYA: Ger Hemas agirbestê pesend bike em li bendê ne Îsraîl jî pesend bike

03 June 2024 15:26 0 dîtin
DYA: Ger Hemas agirbestê pesend bike em li bendê ne Îsraîl jî pesend bike

PeyamaKurd - Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) destnîşan dikin ku ger Hemas pêşniyara agirbestê ya li ser maseyê pesend bike, ew li bendê ne ku Îsraîl jî pesend bike.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî John Kirby ji televîzyona ABC re axivî û got: “Em li benda bersiveke fermî ya Hamasê ne.”

Kirby diyar kir ku ew hêvî dikin ku qonaxa yekem a plana agirbesta mayînde ya ku ji aliyê Serokê DYAyê Joe Biden ve ji cîhanê re hatiye ragihandin, ji aliyê Îsraîl û Hemasê ve “bi lezgînê” bê bi cihanîn.

Netanyahu di bin zextên rastgirên tundrew de ye

Tê gotin ku Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu jî di derbarê vê pêşniyara Biden a agirbestê de, bi pestoya rastgirên tundrew ên kabîneya xwe de ye.

Du wezîrên partiyên rastgirên tundrew ên ku hikûmeta hevpeymaniyê pêk tînin, gef li hikûmetê xwaribûn ku eger agirbest bê pesendkirin ew ê ji hevpeymaniyê vekişin.

Her wiha Wezîra Darayî ya rastgira tundrew Bezalel Smotrich û Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Îtamar Ben-Gvir gotin ku “Heta Hemas neyê tunekirin” ew ê piştgiriyê nedin peymana agirbestê.

Ben-Gvir, ku yek ji kesên herî bi nakok ên di kabîneyê de ye, angaşt ku peyman wê bê wateya “Serkeftina terorê.”

Piştgiriya van her du rêberên ku di parlamenê de 13 kursiyên wan hene, piraniya pêwîst a hikûmetê ji Netanyahu re peyda dike.

Serokê opozisyonê bi şertê serbestberdana dîlan piştgiriyê dide

Yek ji siyasetmedarên herî bi hêz ê opozisyonê Yair Lapid ku di Parlamena Îsraîlê de xwedî 24 kursiyan e got ku ew dikarin piştgiriyê bidin plana agirbestê.

Lapid, diyar kir ku ger peymanek ji bo rizgarkirina dîlên Îsraîlê pêk bê, ew ê piştgiriyê bidin hikûmeta Netanyahu.