DYA ragihand ku wê givasên nûh deyne ser Rûsyayê
PeyamaKurd – Wezîra DYAyê ya Xezînê Janet Yellen ragihand ku wê ji ber Rûsya îhlala hûqûqa navdewletî kiriye, li hemberê kiryarên Rûsyayê wê hefta pêşiya me givaşên nûh yên aboriyê deyne ser Rûsyayê.
Wezîra Janet Yellen, ragihand ku wê hûrahiya givaşên nûh yên deynin ser Rûsyayê, di hefta pêşiya me de ragihîne.
Yellen ragihandina xwe di civîna IMF û Banka Dinyayê de kir. Yellen got ku Rûsya ji givaşan xwe dûr dixe û di hefta pêşiya me de, wê givaşên nûh ku welatên seyem jî di nav wan de ne û ew welat dikin ku alavên leşkerî herin Rûsyayê û wê givaşan deynin ser wan jî.
Yellen, li ser dahatên Îranê yên di enerjiyê de bi dest dixin, wan dahatan heya ji destê DYA werê dê qut bike, ji ber Îran, wan dahatan di şerê li Rojhilata Navîn de bikartîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin