DYA: Wê Zelenskiy di nêz de peyamana madenên bi qiymet îmza bike
PeyamaKurd – Şêwrimendê Ewlehiya Netewî yê DYAyê Mike Waltz ragihand ku serokê Ûkraynayê Zelenskiy dê bi DYA re peymana madenên bi qiymet îmza bike. Waltz, her weha li ser şerê Rûsya-Ûkrayna raveyên hêja kir û behsa siyaseta Trump ya li ser ewlehiya netewî kir.
Waltz, axaftina xwe di civîna komita CPACê (Komîta Muhafazakar ya Tevgera Siyasî) de di ya sala 2025an de kir û şerê Rûsya-Ûkrayna rave kir. Waltz, li ser tiştên di medyayê de tên gotin, got bi eksa wan, di meha Êlûna borî de Zelenskiy pêşniyara veberhênana bi hevre kir û paşî xwe neda ber peymana madenên bi qiymet. Mike Waltz got:
“Serok Trump peymanên baş dike û wezîrê me yê Xezînê heya Kievê şand. Paşî em rexneyên di medyayê de dibînin. Eslê meselê ev e; wê serokê Ûkraynayê Zelenskiy di wextekî kurt de peymanê îmza bike. Ev di berjewendiya Ûkraynayê de ye.”
Ne raste ku DYA bi Rûsya re bê agahiya Ewrûpayê û bê koordinasyona wan bi Rûsya re hevdîtinan dike. Kesên pêwendîdar yên rêvebiriya Trump, daîma bi kesên pêwendîdar yên Ewrûpa re hevdîtinan dikin.”
Waltz got ku di vê çarçovê de wê seroke Fransayê Emmanuel Macron roja Duşemê û serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer roja Pênşemê wê li Koşka Sipî hevdîtinan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin