DYA xwe amade dike ku qedexeya çekan a li ser Erebistana Siûdî rake

27 May 2024 10:11 0 dîtin
DYA xwe amade dike ku qedexeya çekan a li ser Erebistana Siûdî rake

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku tê payîn Washington di hefteyên pêş de qedexeya firotina çekên êrîşkar a ji bo Riyadê ya ku piştî Serokdewlet Joe Biden di sala 2021an de dest bi wezîfeyê kir, bi dawî bike.

Tê çaverêkirin ku Amerîka di hefteyên pêş de qedexeya firotina çekên êrîşkar ji bo Erebistana Siûdî rake.

Li gorî Financial Times ku li ser zarê çavkaniyekê haydar e, Washingtonê demek dirêj berê îşaret bi Riyadê kiribû ku ew amade ye qedexeya çekan rake.

Demeke kurt piştî ku Serok Joe Biden di sala 2021an de dest bi kar kir, şerê Erebistana Siûdî li dijî Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike li Yemenê ku bû sedema wendahiyên giran ên sivîlan û rewşa mafên mirovan a Riyadê, helwestek tund girt, nemaze li ser kuştina nûçegihanê Washington Post û muxalefetê siyasî Cemal Xaşiqcî di sala 2018an de.

DYAyê diyar kir ku ev biryar bi hinceta di êrîşên hewayî yên li Yemenê de ku bûne sedema mirina sivîlan de çekên Amerîkayê hatine bikaranîn.

Li gorî pisporan, Erebistana Siûdî, ku yek ji mezintirîn bikirên çekan ên Washingtonê ye, di wateyekê de, ew bi vê biryara ku firotina çekan a ku rêveberiyên berê yên Amerîkî bi dehsalan pêşkêş kiribûn cemidand hat ‘asêkirin’.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken diyar kir ku Washington û Riyad nêzîkê îmzakirina rêze peymanên li ser enerjiya nukleerî, ewlekarî û hevkariya parastinê ne.