Almanyayê qedexeya li ser îxrackirina çekan bo Erebistana Siûdî dirêj kir

07 March 2019 19:06 0 dîtin
Almanyayê qedexeya li ser îxrackirina çekan bo Erebistana Siûdî dirêj kir

PeyamaKurd - Almanyayê biryara xwe ya rawestandina îxrackirina çekan bo Erebistana Siûdî heya dawiya adarê dirêj kir.

Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heiko Maas di daxuyaniya xwe da diyar kir ku hikûmetê biryar wergirt ku biryara qedexekirina îxrackirina çekan bo Erebistana Siûdî heya dawiya mehê bidomîne û wiha got, “Ev biryar ji ber geşedanên li Yemenê hat wergirtin. Em di wê baweriyê da ne ku divê şerê li Yemenê êdî bi dawî bibe.”

Maas ji xeynî vê, diyar kir ku ew ê heya dawiya mehê çek û muhîmatên ku berê dihatin şandin jî nehêlin bên şandin.

Maas herwiha got ku ew ê ji bo pirsa gelo biryar dê di dawiya adarê da dîsa were dirêjkirin an na, şîroveyê neke, lêbelê ew ê li ser şopandina rewşa li Yemenê berdewam bin.