Hikûmeta Almanyayê ambargoya çekan a li ser Siûdî bi fermî rakir
PeyamaKurd - Hikûmeta Almanyayê piştî ambargoya demeke dirêje, firotina çekan bo Erebistana Siûdî pesend kir ku ji sala 2018an ve ambargo li ser hebû.
Berdevkê Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, Steffen Hebestreit piştrast kir ku ji bo radestkirina fuzeyên Irîs-T heta dawiya sala 2023yan hikûmeta Alman bi erênî nêzîk bûye.
Berlînê piştî kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi li Stenbolê, di dawiya sala 2018an de firotina çekan ji bo Riyadê rawestandibû û ambargo danîbû ser firotina çekan bo Erebistana Siûdî.
Biryara Almanyayê ya bo Siûdî, ji destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê ve û di çarçoveya krîza ewlekarî ya li Rojhilata Navîn de, wekî doktrîna nû ya Berlînê tê nirxandin.
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Almanyayê jî beriya niha di serdana xwe ya Îsraîlê de ragihandibû ku Almanya li dijî firotina balafirên Eurofighter ji bo Erebistana Siûdî dernakeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin