Almanyayê di frostina çekan de rekoreke nû sikand

05 January 2024 17:09 0 dîtin
Almanyayê di frostina çekan de rekoreke nû sikand

Peyama Kurd - Dewleta Alman daneyên froştina çekan ên 2023yan aşkere kir. Dane nîşan didin ku Almanyayê di froştina çekan de rekoreke nû şikandîye.

Li gor van daneyan, bûhayê henardeya çekên ku di 2023'an de ji aliyê Hikûmeta Federal ve hatiye pesendkirin, gihîştiye 12 milyar û 200 mîlyon Euroyî.

Li gor daneyan, welatê ku Almanyayê herî zêde jê re çek henarde kirîye Ûkrayna ye.

Di rêjeya henardekirina çekan a ku di 2023an de ji alî hikûmeta Federal ve hatiye pesendkirin de rekoreke nû hatiye tomarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Aboriyê ya hikûmeta Federal, par, qebareya henardeya ku ji aliyê Hikûmeta Federal ve hatiye pejirandin 12 milyar û 200 milyon euro bûye. 6 milyar û 440 milyon euroyê henardeyê yê ku hatiye pesendkirin çekên şer, 5 milyar û 760 milyon euro jî ji kategoriya kelûpelên leşkerî ku maşînên zirîpoş jî di nav de ne.

Di 2021an de Almanyayê bi bûhayê 9 milyar 350 milyon euroyê çek froştibû û ev rêje, heya niha rêjeya herî zêde bû. Lê belê diyar dibe ku dewleta Alman, di 2023yan de ji sedî 30 zêdetirî 2021an çek froştiye.