DYAyê li ser "Sûriyeyê" daxuyanî da
PeyamaKurd – Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Kirby di civîna xwe ya çapemeniyê de bi rêya telekonferansê rewşa dawî ya Sûriyê nirxand.
Kirby diyar kir ku mafê Tirkiyeyê ye ku li hemberî êrîşên terorîstî hemwelatî û axa xwe biparêze û hevalbendê wê yê NATOyê di van demên dawîn da rastî êrîşên terorê yên wiha hatiye.
Kirby bal kişand ku di mijara têkoşîna li dijî terorê de fikarên Tirkiyeyê yên rewa hene û wiha got: "Em qebûl dikin ku ev mafê wan heye û ew hevalbendeke girîng a NATOyê ne."
Kirby diyar kir ku ji bo rewşa dawî ya Sûriyeyê û HSDê bi Enqereyê re di nava têkiliyê de ne.
Kirby diyar kir ku Amerîka Wê di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bidomîne û got, "Weke Amerîka berjewendiyên me di şerê li dijî DAIŞê de heye û ev tê wateya hevkariya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re, hevkarî wê berdewam bike."
Kirby diyar kir ku ew bi Tirkiye û HSDê re di nava têkiliyan de ne û got, ji ber operasyonên Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ya cîhadî (SNA) ya li dijî HSDê, “ew bi fikar in ku HSD ji şerê li dijî DAIŞê û hejmareke zêde ya çekdarên DAIŞê yên ku hîn di girtîgehê de ne, bê dûrxistin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin