DYAyê yekem car bi nîtrojenê îdam pêk anî: “Mirovahî gavek pasve çû”
PeyamaKurd - Li Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA), yekem car girtiyek ku bi îdamê hatibû cezakirin bi gaza nîtrojenê hat înfazkirin. Girtiyê hate înfazkirin di gotina xwe ya dawî de got: “Mirovahî gavek paşve çû” bû.
Îro li Navenda Înfazê ya Parêzgeha Alabama ya DYAyê, înfaza girtiyê ku bi îdamê hatibû cezakirin Kenneth Eugene Smith pêk hat. Beriya niha bi rêbaza klasîk a elektrîkê hatibû xwestin ku cezayê Smith bê înfazkirin, lê belê Smith bi vê rêbazê nemiribû.
Ji bo înfaza Smithê yekem car gaza nîtrojenê hate bikaranîn. Ji ber prosedura înfaza cezayên îdamê, maskek li rûyê Smith hate girêdan û bi çend xulekan gaza nîtrojenê dane wî.
Şahidên înfaza Kenneth Eugene Smith dan zanîn ku beriya înfazê, dema gotina dawî jê hatiye xwestin Smith wiha gotiye:
"Îşev Alabama bû sedem ku mirovahî gavek paşde çû. Ji kesên ku piştgirî dan min re spas dikim. Ez ji we hemûyan hez dikim."
Parêzerên Smith bertek şanî vê rêbaza înfazê dabûn û gotibû: “Ev zilmeke deryasayî ye." Parêzeran ji bo betalkirina înfaza bi vê rêbazê dabûn, lê belê Dadgeha Bilind a DYAyê daxwaza betalkirinê red kiribû.
Kenneth Eugene Smith, ji ber di 1980an de keseki kuştibû bi cezayê îdamê lê hatibû birîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin