DYAyê balafirên F-35A yekem car li Kerkûkê firandin: Armancên DAISê..

01 May 2019 18:02 0 dîtin
DYAyê balafirên F-35A yekem car li Kerkûkê firandin: Armancên DAISê..

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) balafirên xeyalet ên pêşketî yên cureya F-35A cara yekem li başûrê Kerkûkê li çiyayên Hemrînê li dijî armancên DAIŞê bikar anî.

Baregeha Esmanî Hill ya li eyaleta Utahê ku girêdayî Hêzên Hewayî yên Amerîkayê ye, bi daxuyaniyekê ragihand, “Hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê di êrîşên dijî armancên DAIŞê de 2 balafirên F-35A bikar anîn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Herdu balafirên F-35A ên girêdayî Fîloyên Nêçîrvan ên 388-419an bo peywira Rojhilata Navîn hatine şandin û di êrîşa dijî armancên DAIŞê yên navbera Kerkûk û Diyalayê de li herêma Dole Şayî hatine bikaranîn.”

Herwiha hat diyarkirin ku wan balafiran bi moşekên hicûmê (JDAM) li tunel û depoyên DAIŞê xistine.