Ebdî: Em ê ji hemû astengiyên ku em berê tê re derbas bûn projeyên nû bibînin
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî diyar kiriye, herêma wan Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî qonaxa nû ye, ew ê ji hemû astengiyên ku berê ew tê re derbas bûn, projeyên nû bibînin.
Li gor medyaya nêzîkî PYDê daye zanîn, Kongreya damezrîner a Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li Bakur û Rojhilat, 2 rojan li bajarê Qamişloyê dewam kiriye û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi rêya dîmen beşdarî kongreyê bûye.
Herwiha Mazlûm Ebdî eşkere kiriye: "Em HSDê bi alîkariya saziyên Rêveberiya Xweser piştevaniya Rêxistinên Civaka Sivîl di her gavekê de bikin û bi yek destî bixebitin ku tevahî aliyan li herêmê bi pêş bixin."
Herwiha Ebdî destnîşan kiriye, Rêxistinên Civaka Sivîl aliyekî bingehîn e ku dikare roleke mezin di xebata guhertina ber bi demokrasî ve, piştevanî û pêxistina civakê de bilîze.
Ebdî behsa piştevaniya ji Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl re kir û hêvî kir ku rêxistin gavên nû ber bi pêşxistin û demokrasiyê ve biavêjin.
Herwiha Ebdî girîngiya parastinê li hemberî gefên bênavber ên li dijî herêmê destnîşan kir.
Hêjayî gotinê ye, demek e dîsa berpirsên Tirkiyê gefa êrîşê li hêzên HSDê dixwe û leşkerên xwe li ser herêma Til Rifatê bi cî dike û fermana amadebûna şer ji komên çekdar ê opozîsyona Sûriyê jî kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin