Mazlûm Ebdî: Heya çareseriyeke bê dîtin em amade ne hemû penaberên Sûriyê bihewînin

18 December 2019 15:02 0 dîtin
Mazlûm Ebdî: Heya çareseriyeke bê dîtin em amade ne hemû penaberên Sûriyê bihewînin

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, ew amade ne pêşwaziyê li tevahîya  penaberên Sûriyê yên li derve bikin heta ji qeyrana Sûriyê re çareseriyek bihê dîtin.

General Mazlûm Ebdî ji kanala SkyNewsa Erebî ra axivî û da zanîn, Tirkiye sedema awarebûna bi milyonan hemwelatîyên Sûriyê ye û ew bi xwe jî kartika penaberan wekî gef li dijî welatên Rojavayê Kurdistanê  bikar tîne.

‘Heya çareseriyek bê dîtin em amade ne tevahiya penaberên Sûriyê bihewînin’

Mezlûm Ebdî eşkere kir, ew amade ne tevahiya penaberên Sûriyê yên li derve bihewînin heya çareseriyek ji krîza Sûriyê ra bê dîtin.

Di berdewamiyê jî da General Ebdî, da zanîn ku hemahingyeke wan a rasterast li gel Rûsyayê û Hevpeymanîya Navdewletî heye.

‘Ti danûstandin di navbera me û hikumeta Sûriyê de pêk nehatine’

Li ser peywendiyên Rojava û Şamê jî Kobanî aşkere kir heya niha jî ti danûstandinên fermî di navbera wan û hikumeta Sûriya de nehatîye pêkanîn. Hikumeta Sûriya xwe ji daxwazîyên wan dûr dike û li ser dîtna çareyên rasteqîne û demdrêj ne vekirîye.