Mazlûm Ebdî: Divê çareseriyeke mayînde bê dîtin
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî piştî bûyera hewla revê ya girtiyên DAIŞê li girtîgeha Hesekê ji Hevpeymana Navdewletî û civaka navdewletî xwest, çareseriyên mayînde ji çekdarên DAIŞê yên girtî re bibînin.
Mazlûm Ebdî li twitter li ser serîhildana girtiyên DAIŞê got, “Bi saya keda mezin a hêzên me û nêzîkatiya objektîv û bilez a li hemberî serîhildana girtiyên DAIŞê yên di girtîgehê de, me karî rê li ber karesatekê bigirin û rewşa di hundirê girtîgehê bixin bin kontrolê, bêyî ku ti rewşên revînê çê bibin.”
Mezlûm Ebdî da zanîn; “Divê hevpeymanên me û civaka navdewletî asta xebata xwe bilind bikin, ta ku çareseriyên mayînde ji vê pirsgirêka navdewletî re were dîtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin