Efrîn | 2 kesên din hatin revandin, bîlançoya 6 mehan gihîst 356 revandiyan
PeyamaKurd – Li Efrînê herî dawî kesê bi navê Mihemed Xelîl Hecî Hisên û hevjîna wî ya navê wê nehat zanîn li gundê Xulalka ya girêdayî navçeya Bilbilê ji aliyên hêzên girêdayî artêşa Tirkiyê ve hatin revandin.
Li gorî zanyariyên xwecihî, çekdaran demek berê jî ji Mihemed Xelîl Hecî Hisên 6 hezar dolar xwestibûn.
Li gorî amarên hatine berhevkirin, ji destpêka îsal ve û heta Tîrmeha borî li Efrînê 356 kes ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin, 22 ji wan kesên temenmezin in, 23 jin in û 9 zarok in.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê navên 3 sivîlên ku ji aliyê hêzên îstixbarata girêdayî Tirkiyê ve li Efrînê hatine revandin eşkere kirin: Azad Horîk Hebel (27 salî), Selah Reşîd Horo (37) û Selah Reşo (38).

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin