Efrîn | Bavek û kurê wî ji aliyên çekdaran ve hatin revandin
PeyamaKurd – Bavek û kurê wî, ji aliyên çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê ve, li ser rêbendeke bajarê Efrînê hatin revandin.
Rêxistina Mafên Mirova ya li Efrînê belav kir, koma çekdar a bi navê “Polîsê Azad” roja 12ê Mijdarê Ebdulrehman Hesen û kurê wî Rodî revandin.
Rêxistinê herwiha da zanîn, Ebdulrehman Hesen û kurê wî Rodî, ji gundê Yalanqozê yê navçeya Cindirêsê ne û dema diçûn nexweşxaneyeke Ezazê, li rêbenda Qos a bajarê Efrînê hatin revandin.
Herî dawî destnîşan kir, ew her du bi tohmeta ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin