EFRÎN | Çekdaran hunermendekî Kurd pistî îskenceyê li hember pere berdan

20 April 2020 12:07 0 dîtin
EFRÎN | Çekdaran hunermendekî Kurd pistî îskenceyê li hember pere berdan

PeyamaKurd - Çekdarên grûpa Sultan Sulêyman Şah ku grûpeke ser bi Tirkiyê ve ye, li Efrînê hunermendekî gelêrî yê Kurd piştî ku bi dijwarî îşkence kirin, li hember pere berdan.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, wan çekdaran hunermendê gelêrî yên Kurd Seîd Hisên ku xelkê gundê Qermitliqê yê ser bi nahiyeya Şiyê ya Efrînê ve ye, roja 15ê Nîsanê girtibûn û bo dema 2 rojan ew bi tundî îşkence kiribûn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê dibêje, çekdarên grûpa Sultan Sulêyman Şah ku weke Emşat jî tê naskirin, piştî wergirtina pere ji malbata wî hunermendê Kurd ê Efrînê, roja 17ê Nîsanê ew serbest berdane.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 2 salan e ku di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê de ye.

Ji dema ku Efrîn di destê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, gelek binpêkarî di derheqê xelkê resen ên Efrînê de ku Kurd in, tên kirin û ew binpêkirin heta niha berdewam in.