Efrîn | Çekdaran karkerên Kurd dan ber guleyan û 12 ji wan revandin

15 February 2021 16:53 0 dîtin
Efrîn | Çekdaran karkerên Kurd dan ber guleyan û 12 ji wan revandin

PeyamaKurd - Komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li navçeya Şiye ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, gule bi ser hejmarek karkerên kurd de reşandin û tevî birîndarkirina kesekî 12 kes jî revandin.

Li gorî ragihandinan çavkaniyên ji nava Efrînê, hejmarek karker ji gundê Hêkiçê hatibûn li gundê Qermîtliq ê ser navçeya Şiyê di nava zeviyên zeytûnan de kar dikirin, lê çekdarên koma Emşat gule bi ser wan de berdan.

Hat zanîn ku di encama guleberdanê de karkerê ciwan Ebdo Tane birîndar bû û 12 karkerên din jî hatin revandin.

Li gorî çavkaniyê ji nava wan 12 kesên hatine revandin navê 4 kesan hatiye zanîn ku ew jî; Arif Reşîd Hesen, Mihemed Şêx Henan Şêx Mistefa, Welîd Mihemed Miho û Ferho Henan Tane ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, navçeya Şiyê û hin gundên wê di bin kontrola çekdarên Emşat de ne û xelkê wan deveran bi destê çekdarên wê Emşat û serkirdeyê wê Mihemed El-Casim (Ebû Emşê) rastî zilm û zordariyên hovane tên.