Efrîn | Gundek bi zorê hat valakirin û malbatên çekdaran hatin bicihkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku xelkê gundê Kaxrê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ji aliyê çekdaran ve bi zorê hatin derxistin û gundî li kampan hatin bicihkirin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, valakirina gund di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de hatiye encamdan ku xelkê wî gundî hemû di asta hejariyê de bûn.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku li navçeya Mabeta çekdaran xelkê gundê Kaxrê bi darê zorê ji gund derxistine û ew di kampên li aliyê bakur ê gund de bi cih kirine.
Li gorî çavkaniyên herêmî jî Tirkiyê 5 çekdarên bi ser Tirkiyê ve û malbatên wan li wî gundî bi cih kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin