Efrîn | Li dijî otomobîla çekdaran êrîsa balafira bêmirov: 2 kustî…

21 May 2020 15:12 0 dîtin
Efrîn | Li dijî otomobîla çekdaran êrîsa balafira bêmirov: 2 kustî…

PeyamaKurd – Li Efrînê ji aliyê balafireke bêmirov ‘drone’ otomobîleke komên çekdarên girêdayî Tirkiyê hat bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyan îro Pêncşemê ji aliyê balafireke bêmirov ve otomobîleke çekdaran hat bombebaran kirin ku 2 çekdarên tê de bûn hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Hat zanîn ku bûyer li gundên Îska û Şadêrê yên Efrînê rû daye.

Hîn nehatiye zanîn bê ew êrîş ji aliyê kî ve hatiye kirin û çekdarên di otomobîlê de jî endamê kîjanê komê ne.