Li Efrînê bombe bi otomobîla çekdaran de teqiya: 3 kustî…

14 September 2021 14:23 0 dîtin
Li Efrînê bombe bi otomobîla çekdaran de teqiya: 3 kustî…

PeyamaKurd - Li bajarokê Raco yê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di encama teqandina otomobîlekê de, 3 çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin.

Li gorî ragihandina jêderên xwecihî, doh 13ê Îlonê li ser riya di navbera Raco û gundê Hec Xelîl de, bombeyek bi otomobîla çekdarên Firqeya El-Hemzat de teqiya û di encamê de 3 çekdar hatin kuştin ku yek ji wan serkirdeyekî wê komê ye û navê wî Amir Cinêd e.

Hat diyarkirin, ev teqîn di çarçoveya şerê navxwe yê di navbera komên çekdar bi xwe de hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye, ji dema ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, gelek caran li ser dizî, talanî, destdanîna ser mal û milkên xelkê Efrînê, şer û nakokî di navbera komên çekdaran de derdikeve û şerê hev dikin.

5ê Îlonê jî bombeyek di otomobîleke çekdaran de hatibû teqandin û di encamê de çekdarek hatibû kuştin û 4 jî birîndar bûbûn.