Egitim Sen: Em ê giliyê rayedarên ku astengiyan ji hilbijartina dersên Kurdî re derdixin bikin

12 January 2022 17:33 0 dîtin
Egitim Sen: Em ê giliyê rayedarên ku astengiyan ji hilbijartina dersên Kurdî re derdixin bikin

PeyamaKurd – Dersa bijarte ya kurmancî û zazakî ku di nav sîstema perwerdiya Tirkiyê de cî digire, piştî bangewaziya Înîsîyatîfa Mamosteyên Kurdî li Bakurê Kurdistanê bûye rojev û gelek aliyên xemxurên zimanê Kurdî bangewaziyan dikin da ku ji bo zarokên xwe yên diçin dibistanan dersên kurdî hilbijêrin.

Proseya hilbijartina dersên bijarte ku kurdî jî tê de cî digire, 4ê Çile destpê kiriye û heta 20ê Çileyê 2022yan berdewam dike, lê belê li gorî zanyariyan li hin dibistanan midur û rayedarên wan dibistanan heta ji wan tê rê li ber hilbijartina dersa kurdî digirin û astengiyan derdixin.

Li ser mijara dersa bijarte Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxê Diyarbekirê civîneke rojnamevanî saz kir û hurgiliyên hilbijartina dersên bijarte belav kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Sekreterê Rêxistinkirinê yê Şaxa 2yan Fasîh Zîrek hat xwendin de hat gotin, hilbijartina dersên bijarte di 4ê Çileyê de dest pê kiriye û wê heta 20ê çile berdewam bike û ji bo dersa bijarte ya kurdî bang li xwendekar û malbatan kir. 

Fasîh Zîrek diyar kir, li dibistanan midûr û rayedarên dibistanan berê xwendekar û malbatan li şûna bijartina dersa bijarte berê wan didin hin dersên din û heke ew tesbît bikin wê derbarê wan de gilî bikin.   

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Her çiqas ku ji alî Wezaretê ve tê gotin ku ev dersan zarok û malbat bi hev re dibijêrin, di rastiyê de wisa pêk nayê û em dibihîzin ku Gerînende li dibistanan li gor xwestekên xwe mecbûr dihêlin ku zarok tenê hinek dersan bibijêrin.”

Egitim-Senê herwiha hişyarî jî da û bibîr xist, “Ew kesên ku di mijara dersen bijarte de zextan li ser malbat û xwendekaran dikin yan jî wan tune dihesibînin. Em we hişyar dikin. Tiştên ku hûn dikin rasterast sûc e. Heke em tesbît bikin em ê derheqî we de gilî bikin.”