Ehmed ji bo naskirina Rêveberiya Xweser û HSDê bang li Samê kir

11 November 2019 20:34 0 dîtin
Ehmed ji bo naskirina Rêveberiya Xweser û HSDê bang li Samê kir

PeyamaKurd - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ji rojnameya Şerq el Eswet re axivî û ragihand, “Bi destpêkirina êrîşên Tirkiyê re tenê lihevkirinek leşkerî di navbera rejîm û HSDê de çêbû, lê belê heya niha ti lihevkirin di warê siyasî de pêk nehatiye.”

Ehmed li ser beşdarîya nav artêşa Sûriyê ya HSDê diyar kir, “Bicihkirina HSDê weke feyleqa 5an di artêşa Sûrî de, ne pêkan e. HSD xwedî taybetmendiyên cuda ye.”

Ehmed ji ber xeteriya dagirkeriyê ya li ser xaka sûrî bang li rejîmê kir û wiha got:

“Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, aloziya Sûrî çareser nabe. Em banga danûstandinên siyasî li rejîmê dikin. Ji ber vê divê hikumeta Şamê Rêveberiya Xweser di destûrê de nas bike. Divê QSD jî mîna hêzeke taybet di artêşa Sûrî de be.”

Di hevpeyvîna ligel rojnameya Şerq el-Ewset de, Îlham Ehmed bang li welatên Ewropî jî kir û got: “Divê êrîş rawestin, êdî çek ji Tirkiyê re neyên dayîn. Divê ji bo bikaranîna çekên qedexekirî jî ceza lê werin birîn.  Ji bo DAIŞ venegere, em dixwazin hêzên navdewletî li ser sînor werin belavkirin.”

Seroka Desteya Rêveber a MSDê di dawiya hevpeyvînê de destnîşan kir, “Em hemû dizanin Tirkiye bûye dewleteke radîkal, eger têkiliya welatên NATOyê pê re bimîne, êdî ew bi dewleteke ku terorîstan xwedî dike re eleqeder dibin”.