Nûnerê MSDê: Rejîm nikare daxwaza Tirkiyê ya jinavbirina Rêveberiya Xweser û HSDê pêk bîne

21 August 2022 11:39 0 dîtin
Nûnerê MSDê: Rejîm nikare daxwaza Tirkiyê ya jinavbirina Rêveberiya Xweser û HSDê pêk bîne

PeyamaKurd – Li ser hewldanên Tirkiyê yên asayîkirina pêwendiyal ligel rejîma Esed, Nûnerê Meclîsa Sûriya Demokratîk (HSD) yê Qahîreyê Elî el-Asî got: “Zehmet e ku Tirk bikaribin daxwazên Sûriyê pêk bînin, herwiha zehmet e ku Sûriye jî daxwazên Tirkiyê pêk bîne.”

Nûnerê MSD Elî el-Asî ji Rûdawê re da xuyakirin, ew bi dûr dibîne, hikûmeta Sûriyê bikaribe Rêveberiya Xweser yan hêzên HSDê jinav bibe û li ser mercên herdu aliyên Tirkiye û Sûriyê wiha axivî:

"Zehmet e ku Tirk bikaribin daxwazên Sûriyê pêk bînin, herwiha zehmet e ku Sûriye jî daxwazên Tirkiyê pêk bîne, ji ber ku ji nav daxwazên Tirkiyê vegera penaberan, destûreke nû û veguhestina siyasî ye û ev rejîm wan daxwazan red dike.”

Herwiha Asî gotiye: “Lê derbarê mijara Rêveberiya Xweser de, gelekî gelekî zehmet e, ku rejîm bikaribe Rêveberiya Xweser yan Hêzên Sûriyeya Demokratîk jinav bibe, ji ber ku ew lawaz e û eger hejmara milîsek 100 hezar kes be jî, ew nikare wê jinav bibe, êdî mijara Rêveberiya Xweser û HSDê nemaye projeyeke rojhilatê Ferat yan projeyeke Kurdan, lê belê bûye projeyeke niştimanî yê Sûrî, û îro ew baştirîn proje ye li gor Sûriyê."