Xelkê Siwêdayê di Roja Windayan a Cîhanê de daxwaza hilwesandina rejîmê kir
PeyamaKurd – Li bajarê Siwêda yê Sûriyê ku demek dirêj e li dijî rejîma Sûriyê xwepêşandan têne kirin, vê carê jî di Roja Windahiyan a Cîhanê de xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin.
Di wê xwepêşandanê de, hate tekezkirin ku heta bicihanîna daxwaziyên wan wê protestoyên wan dewam bikin.
Hêjayî gotinê ye, ev 378 roj in xwepêşandanên li Siweydayê berdewam dikin.
Xwepêşandêran bi boneya Roja Windahiyan a Cîhanê pankartên ku daxwaza guhertina siyasî li gorî biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, serbestberdana girtiyan, redkirina tundiyê, radîkaliyê û hilweşandina rejîma Sûriyê hilgirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin