EIA: Henardeya nefta Iraqê ji bo DYAyê zêde bûye

28 January 2024 19:53 0 dîtin
EIA: Henardeya nefta Iraqê ji bo DYAyê zêde bûye

PeyamaKurd - Rêveberiya Agahiyên Enerjiyê - Energy Information Administration - (EIA) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku hefteya borî rêjeya henardekirina nefta Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji DYAyê re zêde bûye.

EIAyê di raporta xwe ya ku di malpera xwe ya fermî de belavkiriye de daye zanîn ku hefteya borî, henardekirina nefta xav a DYAyê ya ji neh welatên sereke yên henardekarên petrolê yên DYAyê gihîştiye 4,490 mîlyon bermîlan.

EIAyê Gotiye: "Henardekirina nefta Iraqê ya ji bo DYAyê ku beriya niha rojane 206 hezar bermîl bûye hefteya borî rojane 128 hezar bermîl zêde bûye û gihiştiye rojane 334 hezar bermîlan."

Rêveberiya Enerjiyê ya DYAyê daye zanîn ku henardekara herî mezin a neftê Kanada ye ku rêjeya henardekirina wê ya neftê 3 milyor û 270 milyon bermîl bûye.

EIAyê her wiha vê pêşbîniyê kiriye ku wê di 2024an de xerca enerjiyê ya gerdûnî ji sedî 1,8 zêde bibe ku ev arezû wê piranî ji alî welatên Asyayê ve bê kirin û wiha dom kiriye: "Tevî bihayên hîn bilind û qutbûna xeleka dabînkirinê ya ku nehatine çareserkirin jî, wê arezûya sotemeniyên fosîl a cîhanê bigihêje astên rekorê. Lê belê wê arezûya ji bo enerjiya dikare bê nûkirin ji sedî 11 zêde bibe.

Rapora EIAyê, li ser dijwarî, derfet û meylên ku wê di sala pêş me de bêne dîtin, nêrînek berfireh peyda dike.