El Ereb: Sam bi fikar e ku Îsraîl eniyeke nû ya ser li basûrê Sûriyê veke

13 October 2024 09:58 0 dîtin
El Ereb: Sam bi fikar e ku Îsraîl eniyeke nû ya ser li basûrê Sûriyê veke

PeyamaKurd – Di demeke ku şerê Îsraîl-Hizbullahê li Lubnanê tund dibe de, rojnameya El Ereb ragihand, Şam bi fikar e ku Îsraîl eniyeke nû li Colanê veke û hate gotin, eger ev yek pêk were, dê hêzên Sûriyê bikevin rewşeke zehmet ku ji 2011an ve Sûriye di nava şerekî navxweyî de ye.

Di nûçeyê de biryara Îsraîlê ya "Paqijkirina herêmên sînor ji hêzên Îran û baskên wê" hatiye bibîrxistin û hatiyge diyarkirin, "Îhtîmala ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê parêzgeha Quneytîrayê jî bide ber xwe, heye."

Herwiha hate gotin: "Eger operasyonên Îsraîlê Quneytîrayê jî bidin ber xwe, dê Şam bi zehmetiyên mezin re rû bi rû bimîne. Nemaze ku hêzên dijber ên wekî Heyet Tehrîr El Şam û komên din ên Îsraîlê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê serwer in, sûdê ji rewşê wergirin û li dijî Şamê bikevin nava tevgerê. Her wiha şaneyên veşartî yên Heyet Tehrîr El Şam û DAIŞê li başûr, bi taybetî li Derayê hene."

Di rojnameyê de hatiye destnîşankirin: "Şîrovekar dibêjin hêzên hikumeta Şamê dê xwe di nava pençan de bibînin ku dê nekarin vê carê jê rizgar bibin. Hişyariyên domdar ên Şamê yên ji bo Îran û Hizbullahê ku baregehên xwe li başûr, bi taybetî li Colanê vala bikin, îsbata vê yekê ye. "

Hevdem rojnameyê bi zarê çavkaniyên sûriyeyî diyar kir ku Îsraîlê rêyeke bejahî ya leşkerî li Colanê vekiriye û tanker tê de derbas bûnê.