El-Xezelî: Em hêzên Hesdî Sebî fesih nekin

03 March 2025 14:43 0 dîtin
El-Xezelî: Em hêzên Hesdî Sebî fesih nekin

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Ehlî Heq Qeys El-Xezelî li ser daxwaza Amerîkayê ya fesihkirinaa Heşda Şebî ji çapemeniya Iraqê re axivî.

Serokê Tevgera Esayîp Ehlî El Heq Qeys El-Xezelî diyar kir ku mijara fesihkirina hêzên Heşdî Şeibî di rojeva me de nîne.

Wî ragihand ku çekên van koman di pevçûnên navxweyî de nayên bikaranîn û ev îdia beşek e ji hewla Tirkiyê ya berdewamkirina êrîşên wê yên ji bo Iraqê.

Qeys El-Xezelî da zanîn ku Heşda Şebî bi biryara desthilata olî ya herî bilind a Seyîd Elî Sîstanî hatiye avakirin û got, “Tu meseleya fesihkirina di rojeva me de Heşda Şeibî nîne. Çekên van koman di nakokiyên navxweyî de nehatine bikaranîn û ji bo parastina serweriya Iraqê hene.”

El-Xezelî got:

“Daxwaza radestkirina çekên Heşdî Şebiyê, hewlek e ji bo bêparkirina Iraqê ji çekên wê û berdewamkirina êrişên Tirkiyê yên li dijî serweriya Iraqê.”

Serokê Tevgera Ehlî El-Heq Qeys El-Xezelî derbarê beşdarbûna Korbenda Hevrêziyê di hilbijartinên dahatû yên Iraqê de jî got, “Çarçoveya hemahengiyê dê bi çend lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinên bê  bibe.”

Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê diyar kiribû ku di peyamên navneteweyî yên ji bo Iraqê de daxwaza fesihkirina hebûna komên çekdar li Iraqê hatiye kirin.