Hesdî Se’bî: Hêzên me midaxele karûbarên Sûriyê nakin
PeyamaKurd – Serokê Heşda Şe’bî ya Iraqê Felih El Feyad tekez kir ku Heşda Şe’bî tu carî destêwerdanê di karûbarên Sûriyê nekiriye û tevî îdiayên berovajî vê yekê jî nake.
Sererkanê Heşda Şe’bî îro danê sibê gihîşte Fermandehiya Operasyonên Kerkûkê û civîneke asayîşê li dar xist û li ser tedbîrên ji bo aramkirina parêzgehê gotûbêj kir.
Di axaftineke forumeke ewlekariyê de ji bo serkirdeyên eşîrên Kerkûkê, El-Feyad got, “Sûriye cîraneke ezîz û nêzîk e, û çarenûsa me di dirêjahiya dîrokê de bi hev ve girêdayî ye. Mafê Iraqê heye ku nêrîna xwe li ser mijarên Sûriyê bîne ziman.”
Wî got, ”Perspektîfa Iraqê derbarê bûyerên Sûriyê di van salên dawî de nehatiye berçavgirtin. Em naxwazin di navbera Sûriyê de parçebûn çêbe. Sûriye ji bo me herêmeke jiyanî ye û em pêwendiyeke civakî û dîrokî par ve dikin.”
El-Feyad her wea dupat kir ku “Heşdî Şe’bî, tu carî destwerdanê di karûbarên Sûriyê nake, lê Iraq û Sûriyê cihekî ewlekariya hevbeş hevbeş in,” û tekez kir ku Heşda Şe’bî fermanên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şîa dişopîne.
Wî rave kir, “Em herî zêde pabendî van rênimayan in. Em parêzvanên sereke yên dewletê ne û guh nadin îdiayên derewîn ên kesên bi niyeta xerab.”
El-Feyad piştrast kir ku HSDyê hîn biryareke tekez derbarê şert û mercên Sûriyê nedaye û da zanîn ku “Rewşa li wir hîn ne diyar e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin