Elî Memluk û Hakan Fîdan li ser têkosîna dijî YPGê jî axivî ne…
PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) îro ragihandibû ku Serokê MÎTê (Îstixbarata Tirkiyê) Hakan Fîdan û Serokê Buroya Ewlekariya Sûriyê General Elî Memlûk li Moskowê civiyane û piştî wê nûçeyê rayedarekî tirk jî Reutersê ew hevdîtin piştrast kiribû ku Reutersê ev yek wekî yekem pêwendiya fermî piştî şerê navxwe yê Sûriyê ragihandibû.
Li aliyê din di nûçeyeke BBCyê de jî hat diyarkirin ku Hakan Fîdan û Elî Memluk li ser agirbesta Idlibê û herwiha li ser ‘hevkariya muhtemel a bo têkoşîna dijî YPGê’ axivî ne.
Di nûçeya SANAyê de jî hatibû ragihandin ku Elî Memluk ji Fîdan re gotiye ku divê Tirkiye bi temamî serweriya Sûriyê û yekparçeyiya erda wê nas bike û jê xwestiye Tirkiye bi temamî terka erdên Sûriyê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin