Elî Teter êrîsa çekdarî ya li Mêrdînê sermezar kir
PeyamaKurd – Parêzgarê Duhokê Elî Teter êrîşa çekdarî ya li Mêrdînê ku 4 welatiyên Herêma Kurdistanê can dabûn şermezar kir.
Parêzgarê Duhokê Elî Teter di daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, li derdora navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi şev 5 welatiyên Duhokê rastî êrîşa çekdarî hatin û 4 kesan can dan.
Parêzgar Teter bi şermezarkirina êrîşê, ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re jî sersaxî xwest.
Teter diyar kir, aliyên pêwendîdar derbarê bûyerê de lêkolînê dikin û got, ew li bendê ne ku derbarê gumanbaran de tedbîrên hiqûqî bên kirin.
Li devera Yenîkoyê ya Rêbeja Artuklu-Nisêbînê kesekî yan kesên nediyar gule berdan wesayîta bi plaqeya Duhokê û di encama êrîşê de 4 kesên di jeepê de bûn can dan û kesek jî birîndar bû.
Li gorî zanyariyan, navên kesên can dane wiha ne: Hindrên Ebdullah Salih, Çimen Şahîn Halid, Ebdullah Salih Mistefa, Wehîde Hedar Casim.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin