Elon Musk dixwaze bi 41 milyar dolaran Twitterê bikire
PeyamaKurd – Revebirê Kompaniya Tesla Elon Musk, ji bo Twitterê bikire 41 milyar dolar pêşniyar kir.
Karsazê milyarder Elon Musk do diyar kir, wek medyaya civakî ya mezin Twitter, pêdivî ye ku taybet bimîne ji bo pêşve biçe û bibe platformeke ji bo axaftina azad.
Elon Musk ku hevparê duyem ê herî mezin ê wê kompaniyê ye, roja Çarşemê di nameyekê de ji rêvebiriya Twitterê re da zanîn, potansîyeleke mezin ya Twitterê heye loma ew dixwaze kompanyayê bikire.
Herwiha pêşnîyara Musk do bi dosyayekê ji rêvebiriya şîrketê re hat eşkerekirin.
Li gor Musk ji desteya rêverbir ya Twitterê re destnîşan kir, ev pêşniyara wî ya herî baş û ya herî dawî ye û eşkere kir, heke rêvebiriya Twîtterê wê pêşniyarê red bike, ew ê pêşniyaza xwe jinûve binirxîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin