Elon Musk di 2022yan de 200 milyar dolar winda kir

01 January 2023 17:05 0 dîtin
Elon Musk di 2022yan de 200 milyar dolar winda kir

PeyamaKurd – Karsazê Amerîkî yê xwediyê SpaceX û kompaniya otomobîlên elektrîkî Tesla Elon Musk ku bûbû kesê yekem ê herî dewlemendê cîhanê, di nav sala 2022yan de 200 milyar dolar ji sermiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Bloombergê Musk di nava 13 mehên borî de nêzîkî %59ê serweta xwe winda kiriye û di sala 2022yan de nirxê pişkên kompaniya Tesla jî %70 kêm bûye.

Elon Musk cara yekem di nav salekê de 200 milyar dolaran ji dest dide ku nirxê kompaniya Tesla jî 137 milyar dolar kêm bûye.

Elon Musk 4ê Mijdara 2021ê bi serweta xwe ya 340 milyar dolaran bûbû kesê herî dewlemendê cîhanê. Lê belê ji ber windahiyên serweta xwe, niha kesê herî dewlemend, bazirganê Fransaî Bernard Arnault e.