"Em ji biryara Meclisa Mezin a Tirkiyeyê ya li ser NATOyê kêfxwes in"
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström ragihand ku ew pêşwazî li qebûlkirina pêşnûmeya beşdarbûna welatê xwe di Peymana Atlantîka Bakur (NATO) de ji aliyê Komîteya Karûbarên Derve ya Meclisa Mezin a Tirkiyê ve dikin.
Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström di peyama xwe ya X de ev gotinên jêrîn cih girt:
"Em ji pesendkirina serlêdana Swêdê ya ji bo endametiya NATOyê ya li Tirkiyeyê ji aliyê Komîteya Karên Derve ya Tirkiyeyê ve bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Pêngava pêş wê di vê mijarê de dengdana Meclîsê be. Em li bendê ne ku bibin endamê NATOyê."
Pêşnûmeya Pejirandina Protokola Tevlîbûna Swêdê ya NATOyê ji aliyê Lijneya Karên Derve ya TBMMê ve hat qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin