Encama nefermî ya hilbijartina Stenbolê hat ragihandin

24 June 2019 12:24 0 dîtin
Encama nefermî ya hilbijartina Stenbolê hat ragihandin

PeyamaKurd -  Encama nefermî ya hilbijartina Stenbolê hat ragihandin. Li gor encamên nefermî, namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 741 hezar û 868 deng, namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AKPê Binali Yildirim jî 3 milyon û 935 hezar û 453 deng wergirtin.

ÎMAMOGLU CAR DIN BÛ ŞAREDARÊ MEZIN Ê STENBOLÊ

Encamên nefermî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) li ser panoya Rêveberiya Hilbijartina Bajêr a Stenbolê hatin daliqandin. Li gor vê di hilbijartinê de ji 10 milyon û 570 hezar û 354 dengdêran jê 8 milyon û 925 hezar û 63 kes çûn li ser sindoqan û deng xwe dan. Ji van dengan jê 8 milyon û 746 hezar û 464 hatin qebûlkirin, 178 hezar û 599 deng jî hatin betalkirin.

ÎMAMOGLU JI YILDIRIM ZÊDETIRÎ 800 HEZARÎ DENG WERGIRT

Li gor encamên nefermî namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHPê Ekrem Îmamoglu ji sedî 54.21ê dengan yanî 4 milyon û 741 hezar û 868 deng wergirtin. Dengê namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AKPê Binali Yildirim ji sedî 44,99 e ango wî jî 3 milyon û 935 hezar û 453 deng standin.

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê Partiya Saadetê (SP) Necdet Gokçinar 47 hezar û 829, namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê Partiya Vatanê Mustafa Îlker Yucel jî 14 hezar û 545 deng wergirtin.

PROSEYA PÊDEÇÛNÊ DEST PÊ KIR

Serokê YSKê Sadî Guven encam piştrast kirin û diyar kir ku proseya pêdeçûn û îtîrazê dest pê kiriye.