Encama rapirsînê: Ji sedî 44ê ciwanên Kurd naxwazin evîndarên wan Tirk bin
PeyamaKurd – Kompaniya lêkolîn û rapirsiyên civakî Rawestê, di encama lêkolînekê de derxistiye holê ku %44ê ciwanên Kurd naxwazin hezkiriya wan ango evîndarên wan Tirk bin.
Rawest ku navenda wê li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ye, li ser hezar 500 ciwanên Kurd ên li bajarên Diyarbekir, Wan, Mêrdîn, Riha, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê ev lêkolîn kiriye.
Di encama rapirsînê derketiye holê %34ê ciwanên Kurd dixebitin, lê ji %24ê wan karên ku ti taybetmendiya wê nîne dikin.
Li gorî rapirsiyê ji her 2 ciwanên Tirk yek ji wan kar dike lê ji her 3 ciwanên Kurd yek ji wan xwedî kar e.
Di rapirsiyê de, ciwanên Kurd xwe weke Misilman, Kurd û Azadîxwaz dane nasandin, ji 5 ciwanên AKPyî 4ên wan jî xwe weke misilman dane nasandin.
Herwiha derketiye holê ku ciwanên Kurd ji rewşa jiyanê ya bajarên xwe nerazî ne û ji ber rewşa siyasî û civakî ya 5 salên dawî %49ê ciwanan koç kirine û ji her 10 ciwanan 7ê wan jî rastî bêtehemulî û cûdakariyê hatine.
Di heman rapirsînê de, derketiye holê ku ji sedî 44ê ciwanên Kurd naxwazin hezkiriyê wan ango evîndarê wan Tirk bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin