Encamên fermî yên hilbijartinê eskere bûn: Pasînyan hikûmetê ava dike

27 June 2021 19:30 0 dîtin
Encamên fermî yên hilbijartinê eskere bûn: Pasînyan hikûmetê ava dike

PeyamaKurd – Desteya Hilbijartinên Ermenistanê encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoyê yên 20ê Hezîranê eşkere kirin.

Li gorî encamên hatine eşkerekirin; partiya serokwezîrê berê û serokwezîrê bi wekalet ê Ermenistanê Nikol Paşînyan bi rêjeya 53.91% bûye yekemîn û mafê avakirina hikûmetê bi dest xistiye.

Herwiha partiya serokê berê yê Ermenistanê Robert Koçaryan jî ji sedî 21,9ê dengan wergirtiye û bûye partiya duyemîn.

Hêjayî gotinê ye, li gorî yasayên Ermenistanê serokwezîrê ku ji aliyê parlamentoyê ve were destnîşankirin û serokê dewletê jî tayîn dike û pêwîste piştî wergirtina erka serokwezîrtiyê di nav 15 rojan de jî hikûmeta nû ava bike.

Paşînyan ji ber şerê Qerebaxê rastî rexneyên tund ên opozîsyonê hatibû û piştî xwepêşandanan hilbijartina pêşwext ragihandibû ku di encama hilbijartinê de careke din bi ser ket.