Encumena wezîran ecele civiya
PeyamaKurd- Li welatê Brîtanyayê bi saleye ku mijara Brexitê dewam dike û heya niha endamtiya Brîtanyayê ya Yekîtiya Awrûpayê ji hev veneqetiya ye. Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson bo civînê bang li wezîran kir û li baregeha serokwezîrtiyê ya “Jimare 10” civiyan.
Li gor ragihandina çapemeniya Brîtanyayê: Johnson bi wezîrên xwe re li ser hilbijartineka pêşwext diaxife. Tê gotin ku dibe Johnson bi sedema ku hinek muxalifên wî di nava partiyê de, bi partiya muxalefetê re tevdigere, lewra dibe ku biryara hilbijartina pêşwext bide.
Johnson dibe ku hilbijartinê bike da berya 31 ê cotmehê karibe bi hukumeteka xurtir welatê xwe ji Yekîtiya Awrûpayê veqetîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin