Encumena wezîran li ser pêvajoya qanûna budça Federal civîn kir

03 January 2023 01:12 0 dîtin
Encumena wezîran li ser pêvajoya qanûna budça Federal civîn kir

PeyamaKurd – Encumena wezîran ya Iraqê bi serpereştiya serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser mijara pêvajoya qanûna budça federal civiya. Ragihandin ji aliyê ofîsa serokwezîrtiya Iraqê de hat kirin.

Di civînê de li ser mijarên bingehîn yên weke geşepêdana aboriyê, xizmetguzarî, planên veberhênanê û hinek babetên din axifîne. Divê van babetên hevdîtinê jî bişîne parlementoya Iraqê da bê pesendkirin. Endamê komîta darayî ya parlementoya Iraqê Mûîn Kazimî berê ji bo ajansa fermî ya Iraqê ragihandibû ku wê hukumet projeyasaya budçê zû bişîne parlementoyê.  Kazimî weha gotibû:

“Piştî xwendina yekem û duyem û her weha gotûbêjkirina projeyasayê, dê biryar li ser rêkeftina siyasî, li ser para parêzgehan û Herêma Kurdistanê bê dayîn. Dibe qanûn di meha adarê de were qebûlkirin.”

Qanûna budça dewleta federal ya Iraqê ji aliyê budça parêzgehan ve û ji aliyê budça Herêma Kurdistanê de Kurdan eleqedar dike ji ber çar parêzgehên Kurdistanê hene.