Endamê kabîna ser yê Îsraîlê Hîzbûllahê tehdîd kir
PeyamaKurd - Endamê kabîna şer yê Îsraîlê Benny Gantz Hîzbûllahê tehdîd kir û got eger çareyekî siyasî nê dîtin wê operasyona leşkerî li hemberê Hîzbûllah a Lubnanê bikin.
Li gor TV ya dewletê ya Îsraîlê KANê; Gantz bi wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock re di rêya telefonê de axifiye. Gantz gotiye:
“Eger çareseriya siyasî ya tehdîdan nebe û îznê nedin ku kesên li bakûrê welat dijîn dagerin malên xwe, wê Îsraîl li hemberê Hîzbûllahê operasyona leşkerî bike.”
Baerbock û Gantz li ser dîlên Îsraîlê yên li Xezzayê girtîne axifîn û Gantz got:
“Pêwiste civaka navdewletî ji bo berdana dîlên Îsraîlê û girêdana paymanê zorê bide ser Hamasê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin