Di kabîna Îsraîlê de krîz derket û serokerkan got: “Min tehdîd nekin”
PeyamaKurd – Di nav kabîna Îsraîlê de di civîna duhî de di navbera wezîrê ewlehiyê Itamar Ben Gvir û serokerkanê Îsraîlê Herzi Halevi de gengeşe derket. Munaqeşe li ser ku li Xezzayê li bajarê Cenînê hêzên Îsraîlê avêtibûn ser mizgeftekî û di hoperlorê de di’ayên Yahûdiyan xwendibûn.
Ew eskerên ku di’ayên Yahûdiyan xwendibûn, ceza dabûn wan û ceza bûbû sedema munaqeşa nav qabîna Netenyahû.
Ben Gvir ji Halevi re dibêje ku cezayên dane leşkeran morala leşkeran xerab dike lê Halevi dibêje ku leşker qaîdeyên leşkerî îhlal kirine û li dijî nîzama leşkeriye. Ben Gvir ji Halevi re dibêje:
“Ez endamê kabînê me û rutba min ya siyasî heye. Biryarê em didin.”
Halevi jî ji Ben Gvir re dibêje:
“Hun şaşin. Di artêşê de çi tişt exlaqiye an ne exlaqiye biryarê ez didim. Min tehdîd neke.”
Di nav kabînê de hinek kes destekê didin Helavi û piştgiriya wî dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin