Di navbera Polonya û Macaristanê de krîz derket: Orban nehat vexwendin

03 January 2025 19:37 0 dîtin
Di navbera Polonya û Macaristanê de krîz derket: Orban nehat vexwendin

PeyamaKurd – Bi sedema ku Macaristanê mafê penaxwaziyê daye parlamenterê Polonî Michal Romanowskî yê bi hinceta doza gendeliyê biryara girtina wî hatiye dayîn, di navbera herdu welatan de krîza siyasî derket.

Polonyayê bi sedema xwedîlêderketina Romanowskî,  Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ne vexwende merasîma destpêkirina Serokatiya Polonya ya serdemê bo Yekîtiya Ewropayê.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Polonya Radoslaw Sikorski jî nota da Balyozê Varşovayê ku beşdarî merasîmê nebe.

Romanowskî bi gendeliya 25 milyon euroyan tê tohmetbarkirin û biryara girtina wî bo 3 mehan hatiye dayîn. Lê belê Macaristanê penaxwaziya wî qebûl kiriye ku ev jî bûye sedema vê krîzê.

Hêjayî gotinê ye, Polonya îşev merasîma destpêkirina serokatiya serdemê ya Yekîtîya Ewropayê saz dike ku wê Polonya ji 1ê Çileyê 2025an heta 1ê Çileya 2026an ji bo salekê seroktiya YEyê bike.